Çile 10, 2019 16:17 Asia/Tehran
  • Zêde ji 150 kirêgirtiyên siûdî li operasiyona firokeyên bêfirokevan ên hêzên yemenî hatine kuştin û birîndar bûn

Li operasiyona firokeyên bêfirokevan ên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê, kombûna çekdarên ser bi hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li Lehicê kete ber êrîşê û di encama wê da zêde ji 150 kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê sibeha îro Pêncşemiyê cihê sandîtina leşkerî li baregeha leşkerî ya Endê li parêzgeha lehicê li başûrê Yemenê dane ber êrîşê.

Li gorî rapora navenda El Meşhed El Yemenî, li pey vê operasiyonê Ebdullah El Nexeyî Serokê Erkantiya hevpar a dewleta îstîfakirî ya Yemenê birîndar bû û çend fermndarên pileberz ên leşkerî yên ser bi hevpeymaniya siûdî ya destdirêjker hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, Salih El Zenedanî Alîkarê serokê erkantya hevpar a artêşa dewleta îstîfakirî ya Yemenê, Mihemed Salih, serokê saziya istixbaratê û Sabit Cewas ji fermandarên leşkerî yên dewleta Îstîfakirî ji birîndarên din in.

Li vî halî kanala têlêvîziyonî ya El Mesîreyê ragihand: Ev operasiyon piştî şopandina deqîq a tevgerên hêzên destdirêjker li naav baregeha Endê pêk hat û bû sebeba kuştin û birîndarbûna bi dehan kesî.

Hin çavkaniyên yemenî qala kuştina 6 kirêgirtiyên siûdî li operasiyona firokeyên bêpîlot ên Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê kirin.

Ji ber şerxwaziya Erebistana Siûdî û hevpeymanên vî welatî ji wan Imaratê li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Lê tevî van hemîyan Erebistanê û hevpeymaniya bin serokatiya vî welatî tu yek ji armancên xwe li vê destdirêjîyê bi dest nexistine.