Çile 09, 2019 18:24 Asia/Tehran
  • Peydakirina û girtina 45 kirêgirtiyên Rejîma Siyonîstî li Gazayê

Wezareta karên hundir û ewlehiya neteweyî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) li zîvala Gazayê li bara girtina 45 filistîniyan bi tawana hevkarî û sîxoriyê bo Rejîma Siyonîstî agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên hundir û ewlehiya neteweyî ya Hamasê raghand ku kirêgirtiyên Rejîma Siyonîstî li bara dosiya operasyona ``lêva şûrê``  li rojhilata  parêzêgeha  Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê hatin girtin.

 Wezareta karên hundir û ewlehiya neteweyî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê bi weşandina îtirafên  kome ji filistîniyên ku bi Îsraîlê re hevkarî hebûn û sîxorê siyonîstan bûn, raghand ku ev kirêgirtî piştî operasyona  mijadra buhurî  ya yekînên  taybet ên Rejîma Siyonîstî li başûrê zîvala Gazayê hatin girtin.

  Eyad El-Bezm, berdevkê wezareta karên hundir û ewlehiya neteweyî ya Hamasê piştî weşandina beşek ji îtirafa kirêgirtiyan  ragahnd: Ev kiryara nîşan dide ku  kirêgirtiyên dagirkiran li zîvala Gazayê li lepê teşkîlata  ewlehiyê ya filistîniyan de ne û hêzên ewlehiyê dê hemî liv û tevegrên wan bê encam bikin.

 Komek ji komandoyên artêşa rejîma  Siyonîstî Mijdara 2018`an  êriş kirin ser navçeyeke rojhilata Xan Yûnisê û yek ji fermandeyên  pilebilind ên gurdanên  şehîd Îzedîn Qisam çiqa eskerî ya Hamasê şehîd kirin.

 Piştî vê êrişê, siyonîstan, berxwedana  Îslamî ya  Filistînê, erdên dagirbûyî mûşekbaran kir ku piştî nimandina qaweta mûşekî ya  komên berxwedanê li zîvala Gazayê û teslîmbûna  artêşa Telavîvê li bara  qebûlkirna  agirbesê, dewleta  hevalbendiyê ya  Rejîma  Siyonîstî  li hev ket û kabîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonsîtî  têk çû.