Çile 09, 2019 11:40 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya Siûdî heta niha 1924 caran agirbesa li Hudeydê binê kirîye

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê şeva buhurî ragihand: Hevalbendîya Siûdî ya zorbêj heta niha 1924 caran agirbesa li Hudeydê binê kirîye.

Agirbesa ku alîyên seûdî û yemenî li Swêdê derheq wê lihev kirin, ji roja sêşem 18`ê Kanûnê va li şarê Hudeyde yê Yemenê despê bûye lê Hevalbendîya Siûdî her roj wê binpê dike.

Bendera Hudeydê rêya herî sereke ya şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo Yemenê ye.

Çaremîn dewra muzakirên aştîya Yemenê ji 6`ê Kanûnê ve bi amadebûna alîyên yemenî bi serokatîya Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di karên Yemenê da Martin Griffiths li Stokholma Swêdê destpê bû û roja pênçşem 13`ê Kanûnê bi lihevkirina derheq agirbesa li Hudeydê bi dawî hat.