Çile 08, 2019 17:42 Asia/Tehran
  • Serokê Partiya Kar a Rejîma Siyonîst bi awayeka veşartî seredana Imaratê kir

Kanala 10`an a Televîzyona Rejîma Siyonîst, dueşmiyê bi şev ji sefera veşartî ya Avi Gabay (Avî Gebay), serokê Partiya Kar a vê rejîmê bo Imaratê agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûpçeyan a FARS`ê, Kanala 10`an a Televîzyona Rejîma Siyonîst, ragihand: Avî Gebay di 2`ê Kanûna 2018`an seredana Imaratê kiriye û bi sê rayedarên payebilind ên vî welatî re hevdîtin pêk aniye.

Anegorî vê raporê Gebay di wê demê bi firrîneka ticarî ji paytexta Urdinê çûye Ebûzebiyê. Ev hevdîtina ji aliyê navbeynkarekî nêzîkî rayedarên imaratî û li ser vexwendina fermî ya wan cih hatiye.

Pevçûnên di navbera Siyonîst û filistîniyan de, danûstandina sedsalê, plana hevhatina bi Ereban, mijara îranê û rewşa siyasî ya Îsraîlê mijarên herî girîng bûn ku serokê Partya Kar a Rejîma Siyonîst û rayedarên imaratî li ser wan gotûbêj kirine.

Kanala 10`an a Televîzyona Rejîma Siyonîst, ragihand: Gebay ku dema seredana bo Ebûzebiyê, bi awayeka taybet ji aliyê imaratiyan ve dihate parastin di 4`ê Kanûnê vegeryaye Filistîna Dagîrbûyî û demlidest raporek ji encamên sefera xwe radestî Yossi Cohen (Yûsî Kohîn), serokê Rêxistina Sîxurî ya Rejîma Siyonîst (MOSSAD) kiriye.