Hevalbendiya Siûdî 263 caran agirbesa Li Hudeydê binpê kiriye
Çile 08, 2019 17:25 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê duşemiyê bi şev ji dewama binpêkirina agirbesê li bajarê perravî yê Hudeydê li rojavaya vî welatî ji aliyê Hevalbendiya êrişker a Siûdî agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Yehya Serî, destnîşan kir: Êrişkerên Siûdî û kirêgirtiyên wan li 24 saetên buhurî 263 caran agirbesa Li Hudeydê binpê kirine.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, herwiha got: Balafirên cengê yên Siûdî, 29 êrişên din ên hewayî li navçeyên din ên Yemenê cih anîne.
Agirbesa ku di navbera taxima şandî ya ji Senayê û taxima Riyazê de li Swêdê pêk hat, ji sibeha sêşemî 18`ê Kanûnê ve li bajarê Hudeydê destpê bûye lê hevalbendiya Siûdî hemî rojê ewê binpê dike.
Bendera Hudeyde rêya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostiyê bo Yemenê ye.