Çile 07, 2019 19:01 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna Yekîtiya Ereban derbarê veguhestina balyozxaneyan bo Qudsê da

Sêkrêtêrê gişt ê Yekîtiya Ereban derbarê dûhatên veguhestina balyozxaneyên welatan bo Qudsa dagirbûyî de hişyarî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêkrêtêrê gişt ê Yekîtiya Ereban, Ehmed Ebu Xeyd tevî diyarkirina nerazîtiya xwe ji biryara Hindorasê jibo veguhestina balyozxaneya vî welatî bo Quds dagirbûyî, derbarê dûhatên wê hişyarî da.

Ebu Xeyt destnîşan kir ku kiryara hitmalî ya her welatekî jibo  veguhestina balyozxaneya xwe bo Q!udsa dagirbûyî binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî ye.

Sêkrêtêrê gişt ê Yekîtiya Ereban her wiha got: Welatên ku dil hene balyozxaneya xwe bo Quds dagirbûyî veguhezînin û vî bajarî bi fermî wek paytexta Rêjîma Siyonîst nas bikin, divê helwêstên xwe venihêrin.

Li gorî gotina Ebu Xeyt, ev welatana divê dûhatên vî karî û bandorên wê li Cîhana Erebamn hilkolînin.

Ebu Xeyt her wiha ji tevahiya welatên ereban xwest ku hewildana xwe ya herî zêde bi mebesta pûşmankirina Birizîlê ji biryara xwe li vî welatî pêk bînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê pêştir bi kiryareka neqanûnî û berovajiya biryarnameyên NY fermana veguhestina balyozxaneya Waşîngtonê bo Qudsê da.

Ev karê Trump tûşî rexneyên berfireh û şermezarkrinên navneteweyî bû.