Kanûn 18, 2018 20:03 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Civîna Yekîtiya Ereban li bara kiryarên bi şidet ên Rejîma Siyonîst

Civîna awarte ya Yekîtiya Ereban ji bo şopandina kiryarên şidetbar ên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan li avahiya vê yekîtiyê li Qahireya Misrê destpê bû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê ji Qahirê, Seîd Ebû Elî, alîkarê sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban, li axivtina xwe ya li destpêka civîna îro sêşemiyê, hişyarî da taximên hertimî yên vê yekîtiyê li bara bifermînaskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê dagîrker.

Ebû Elî, bal kişand ser vê helwêstê ku armanca Filistînê hîn jî wê wek mijara sereke ya welatên Yekîtiya Ereban bimîne û li ser rola vê yekîtiyê bona xurtkirina berxwedana gelê Filistînê jî pêgîrî kir.

Yekîtiya Ereban, bi pêkanîna civîneka taybet, li ser veguhestina balyozxaneyên xwe ji Têlavîvê bo Qudsa Dagîrbûyî hişyarî da Brazîl û Ustoralyayê.

Riyaz El Malikî, wezîrê karên derve yê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê, xwest ku îro sêşemiyê, 18`ê Kanûnê,  di asta taximên nûneratiyê de ji bo hilkolandina zêdebûna şideta Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê, civîneka awarte were lidarxistin.

Riyaz El Malikî, berî niha gotibû: Filistîn wê îro sêşemiyê, reşnivîsa biryarnameyekê bide Konseya Yekîtiya Ereban.

Ev biryarname wê şîretan û bi taybet pêşniyarên di warê êrişa leşkerên Siyonîst û hilkolandina helwêsta Brazîlê li bara bifermînaskirina Qudsa Rojhilat wekî paytexta Rejîma Siyonîst bigire ber xwe.

Yekîtiya Ereban, berî niha li ser peyrewiya ji siyasetên Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, Brazîl û Ustralyayê hişyar kiribûn.