Kanûn 08, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Urdin û Sûriye li bereberê şandina balyozan in

Ray El Yewmê ragihand: Peyamek ji Urdinê bo koşka serokomartiya Sûriyê hatiye şandinê ku gellek behsên girîng têda hene û yek ji wan ev e ku Urdinê ragihandiye meraq dike navbera vî welatî û Sûriyê balyoz bên şandin.

Rojnameya Ray El Yewmê nivîsî: Urdinê wek bersiva bo peyama Bişar Esedê serokomarê Sûriyê ji bo destpêkirin û xurtkirina pêwendiyan û danûstandina balyozan navbera du welatan bersiva erênî daye.

Bişar Esedê serokomarê Sûriyê pêştir di sefera desteya parlimanî ya Urdinê bi serokatiya Evdilkerîm El Dexmî bo Şamê di roja 19ê Mijdarê da, ji wna ra gotibû: Sûriye li pêwendiyên xwe digel Urdinê li pêşerojê dinêre.

Têkilliyên navbera Urdinê û dewleta Sûriyê piştî vekirina derbasgeha Nesîb Cabir zêde bûne û hin wezîrên dewleta Urdinê jî pêşniyara sefera dualî ya rayedarên du welatan hilêxistine.