Kanûn 07, 2018 20:00 Asia/Tehran
  • Birîndarbûna 17 filistîniyan li hefteya 37-an a meşa Mafê Vegerê

Ji ber êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî ser pişkdarên meşa filistîniyan li hefteya 37-an a Mafê Vegerê herî kêm 17 filistînî birîndar bûn.

Li gor rapora IRIB Newsê, îro îniyê gelê Filistînê bo hefteya 37-an meşa xwe ya Mafê Vegerê ser navê ``Întefazeya Mezine Kevran`` birê xistin.

Meşa Mafê Vegerê ji 30ê adara bihurî her îniyê li Zîvala Xezeyê birê dikeve.

Ji çaxê destpêbûna vê meşa Mafê Vegerê heta niha zêde ji 240 filistînî ji ber êrişên siyonîstan şehîd bûne û jêde ji 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Xwenîşandana Mafê Vegerê ji 30ê Adara 2018an ve di çarçoveya pêgîriya li ser mafê vegerê ya awareyên filistînî û rakirina dorpêça Zîvala Xezê bi beşdariya welatiyên filistînî yên li ser sînorê vê navçeyê bi Erdên Dagîrbûyî re destpê bûye û hîn jî berdewam e.

Ev xwenîşandana bona mehkûmkirina siyasetên Rejîma Siyonîstî ya dagîrkirina erdên filistîniyan li 30 Adara sala 1976 birê dikeve.