Kanûn 07, 2018 09:09 Asia/Tehran
  • Serokê Desteya Gotûbêjker a Tevgera Ensarullaha Yemenê: Bila gotûbêjên aştiya Yemenê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va were pesendkirin

Serrokê Desteya Gotûbêjker a Tevgera Ensarullaha Yemenê li gotûbêjên Aştiyê li Swêdê got: Encamên gotûbêjên aştiyê yên Yemenê divê li çrçova pêşnivîsa biryarnameyeka pêwîstîdar ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va bê pesnedkirin.

Serokê Desteya Gotûbêjker a Tevgera Ensarullaha Yemenê, Mihemed Evdilselam li hevpeyivîna bi kanala El Meyadînê ra got: Gotûbêjên Aştiyê li Swêdê bi amadebûna nûnerên zêde ji 20 welatan nîşan da ku kiryara leşkerî bêyî rêkara siyasî nayê piştgirîkirin û biryarnameya 2216ê ku serpûşke ji bo êrîşa leşkerî ya çarsalî ya hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê bû, divê bikeve ber venihêrînê.

Biryarnameya 2216ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY di bin xala 7an a Menşûra NY da û di roja 14ê Nîsana 2015an bi 14 dengên erê û dengê Bêla yê Rûsiyê li dijî Ensarullaha Yemenê, bêyî amajeya bi êrîşên leşkerî yên Erebistanê li dijî gelê Yemenê û bi piştevaniya ji rewatiya Evde Rebbeh Mensûr Hadî, serokomarê îstifakirî yê Yemenê hat pesendkirin.

Evdilselam tevî amajeya bi mijara pêwîstiya rawestandina şer û karesatên sepandî li ser Yemenê li civatêîn navneteweyî, got: Bi bawera civata navneteweyî şerê Erebistana Siûdiyê li dijî Yemenê, ne tenê dê tu destkeftekê li warê siyasî bi dest nexe, belkî dê tenê qeyranê gurtir û pevçûnên navxweyî û navçeyî berfirehtir bike.

Serokê Desteya Gotûbêjker a Tevgera Ensarullaha Yemenê her wiha tevî amajeya bi pêwîstiya damezirandina dewleta veguhestinê li Yemenê bi beşdariya hemî koman, got: Heyama dewlêeta veguhestinê û erkên wê tê diyarkirin û ev qonax dê neyê dirêjkirin.

Li gorî vê raporê, Jiçekiriina tevahiya koman li seranserî Yemenê, dê di bin kontrola dewleta Veguhestinê be.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî ye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.