Kanûn 07, 2018 07:49 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Gotûbêjên Swêdê dê aştiya mayînde pêk neyne

Endfamê pileberz ê Tevgera Ensarullaha Yekemê got: Pêvajouya niha ya gotûbêjên aştiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Swêdê ji bo rawestandina şêrr li Yemenê dê nema rêkareka mayînde û giştalî ji bo çareserkirina qeyrana vî welatî bi xwe ra bîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Endamê pileberz ê Tevgera Ensarullaha Yekemê, Mihemed El Bexîtî her wiha got: Hegera vê yekê ku îmkana bicihbûna rêkareka giştalî û hertimî li Yemenê ji riya gotûbêjên niha yên NY li Swêdê tuneye, ev e ku biryara ji bo rawestandina şêrr li Yemenê ji aliyê welatên biyanî va û li derveyî welêt tê dayînê.

Li vî halî, sertîp Yehya Serî', Berdevkê fermî yê hêêzn çekdar ên Yemenê got: Dewama destdirêjiya Rêjîma Alê Siûd û kirêgirtiyên wê hevdem digel roja yekem a gotûbêjên aştiya Yemenê li Swêdê vê mijarê piştrast dike ku destdirêjkeran tu meyl û xwesteka xwe ji bo pêkhatin aştiyê li Yemenê tunene.

Serî' her wiha got: Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya xweçêkirî ya Siûdî roja Pêncşemiyê 28 caran malên xelkê û navendên gelemperî yên Yemenê dane ber bombeyan ku di encama wê da sê welatiyên sivîl ên yemenî hatin ekuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê jî wek berteka li hemberî van êrîşan, şeş mûşekên Balistîk kewkî ser kombûna hêzên destdirêjker kirin.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî ye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.