Kanûn 06, 2018 18:33 Asia/Tehran
  • Pakistan jî kete nav xebatên Îranê bona kutahîdana şerê nav Yemenê

Serokwezîrê Pakistanê got: Islamabadê ser daxwaza Komara islamî ya Îranê xebatên xwe bona kutahîdana şerê nav Yemenê destpê kiriye.

Li gor rapora ajansa nûçan a tesnîmê, Umranxan Serokwezîrê Pakistanê îro pêncşemê bal kişande ser viya ku Pakistan daxwaza kutahîdana hemû aloziyên navçê ye  got: Islamabadê ser daxwaza Komara islamî ya Îranê xebatên xwe bona kutahîdana şerê nav Yemenê destpê kiriye û dixebite ku aşitî û ewlehî li nav Yemenê damezire.

Serokwezîrê Pakistanê ragihand ku welatê wî bi micidî tev Erebistanê gotûbêj dike û dixebite ta ku rêçareyekê bona kutahîdana şerê nav Yemenê peyda bike.

Gotûbêjên siyasî ji bo çarsserkirina aloziya Yemenê heta niha bi caran ji ber astengîderxistina Erebistana Siûdî û hevpeymanên wî welatî tûşî işkestê bûye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.