Kanûn 06, 2018 17:21 Asia/Tehran
  • Kuştina xelkê Yemenê bi bombeyên xuşeyî yên Erebistanê

Berdevkê hêzên çekdare Yemenê ragihand ku ji ber êrişa firokên şêr yên Erebistanê ser xelkê Yemenê heta niha 124 welatiyên yemenî hatine kuştin û hezar û 665 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora telivîzyona El-Mesîre Yehya Serîh berdevkê hêzên çekdare Yemenê li press konferansa xwe ya li Senayê  ragihand ku ji ber êrişa firokên şêr yên Erebistanê ser xelkê Yemenê li parêzgeha Hudeyîdeyê heta niha 124 welatiyên yemenî hatine kuştin û hezar û 665 kes jî birîndar bûne û gelek ji malên xelkê jî kavil bûne.

Yehya Serîh ragihand: Li 10 rojên bihurî ji ber êrişên zave hevalbendiya destdirêjkere Seûdî-amerîkî ser xelkê Yemenê parek pir ji xelkê bûne qurbanî û eva nîşan dide ku welatên destdirêjker guhên xwe nadine daxwazên cîhanî yên xebata ji bo agirbesê û cinayetên xwe derheq xelkê Yemenê didomînin.