Kanûn 06, 2018 17:19 Asia/Tehran
  • Destpêbûna gotûbêjên aşitiyê li Swêdê

Piştî manê û berbendçêkirina çend mehan ji aliyê Erebistanê îro pêncşemê gotûbêjên aşitiya Yemenê li Swêdê destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNAyê,Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî ye.

Martîn Girîfît li vê press konferansê got: Piştî rawestandina du salî ya aliyên yemenî, em gotûbêjên siyasî bona rawestandina şer û kêşeyên nav Yemenê destpê dikin.

Şandeyek ji hikumeta îstîfakirî ya Yemenê ku Koalîsyona (Hevpeymaniya) Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî jê piştgiriyê dike û şandeyek ji Ensarullah ya bin rêberiya Hûsiyan di bin çavdêriya navneteweyî de ji bo danûstandinên bidawîkirina şerê li Yemenê, berê xwe da Stockholmê paytexta Swêdê.

Berpirsekî Yemenê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku şandeya ku nûnertiya hikumeta serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî dike, ji Erebistan Siûdî ji bo ku beşdarî danûstandinan bibe, derket.

Şandeya Ensarullah ya bin rêberiya Hûsiyan jî bi balafireke Kuwêtê û bi sefîrê Kuwêtê yê li Yemenê Fehid El-Mîi û nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê Martin Griffiths re berê xwe da Stockholmê. Martin Griffiths garantiya vegera Hûsiyan piştî danûstandinan da. Biryar bû 12 kes ji şandeya Hûsiyan biçûna dmuzakireyên rawestandina şêr, lê belê ji ber hin pirsgirêkên ku nehatine diyarkirin 8 kes çûn.