Kanûn 06, 2018 14:32 Asia/Tehran
  • Senatorên amerîkî biryarnameyk li dijî Muhemed bin Selman raber kirin

Şeş senatorên amerîkî duh reşnivîsa biryarnameyek ji Meclisa Sena ya Amerîkayê re amade kirin ku tê de Muhemed bin Selman welîehdê Siûdî berpirsê krîza însanî li Yemenê û kuştina rojnamevanê nirxankarê rejîma Siûdî Cemal Xaşiqcî hatiye nasandin.

Li gor nûçeya IRNA, ev reşnivîsa biryarnama li dij Bin Selman ku ti neçariyek ji bo cihanîna wê tine ji aliyê senatorên komarxwaz ên wek Lindsey Graham, Marco Rubio, Todd Young (Tad Yang) û senatorên Demokrat ên  wek Dianne Feinstein (Diyan Faynştayn), Ed Markey û Chris Coons (Krîs Kûnz) rojekê piştî civîna wan û serokê CIA li bara kuştina Xaşiqcî hatiye amade kirin.

Lindsey Graham şeva çûyî li danezanekê de diyar kir ku ev biryarnama bi zelalî diyar dike ku berpirsê kuştina Xaşiqcî, welîehdê Erebistanê Muhemed bin Selman e.

Serokê komîta pêwendiyên derve yê Senaya Amerîkayê  Bob Corker (Bab Krokêr) got ku ev komîteya roja pêncşemê anku îro ji bo dengwergirtinê û amadekirina planek bona boykotkirina Erebistanê civînekê pêk tîne.

Ev biryarnama li dij îdiaya rayedarên hikûmeta Trump e ku gotibûn ti şahidiyek li bara desthebûna Bin Selman li kuştina Xaşiqcî tine.