Kanûn 06, 2018 11:38 Asia/Tehran
  • Aliyên dijber ên Yemenê berê xwe da Swêdê

Şandeyek ji hikumeta îstîfakirî ya Yemenê ku Koalîsyona (Hevpeymaniya) Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî jê piştgiriyê dike û şandeyek ji Ensarullah ya bin rêberiya Hûsiyan di bin çavdêriya navneteweyî de ji bo danûstandinên bidawîkirina şerê li Yemenê, berê xwe da Stockholmê paytexta Swêdê.

Berpirsekî Yemenê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku şandeya ku nûnertiya hikumeta serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî dike, ji Erebistan Siûdî ji bo ku beşdarî danûstandinan bibe, derket.

Şandeya Ensarullah ya bin rêberiya Hûsiyan jî bi balafireke Kuwêtê û bi sefîrê Kuwêtê yê li Yemenê Fehid El-Mîi û nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê Martin Griffiths re berê xwe da Stockholmê. Martin Griffiths garantiya vegera Hûsiyan piştî danûstandinan da. Biryar bû 12 kes ji şandeya Hûsiyan biçûna dmuzakireyên rawestandina şêr, lê belê ji ber hin pirsgirêkên ku nehatine diyarkirin 8 kes çûn.

Hate zanîn ku mijara bingehîn a muzakire û danûstandinan dê ji bo damezirandina desteya hikumeta derbasbûnê be.