Kanûn 05, 2018 17:31 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana li Telavîvê bona protestokirina şîdeta li dijî jinan

Hejmarek ji xelkê Filistîna dagirbûyî bona protestokirina şîdet û cinayetên li dijî jinan li meydana Rabînê ya Telavîvê xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora kanala Al-Alam`ê, xelkê Filistîna dagirbûyî, çalakvanên civakî û bi dehan kes ji malbatên  jinên  gorrî Sêşemiyê şevê bi lidarxistina  xwenîşandanê li Telavîvê, şîdeta  û destdirêjiya  li dijî jinan şermezar kirin û daxwaza mehkemekirina  sebebkarên  van cinayetana kirin.

  Li gorî vê raporê, roja Sêşemiyê bi dehan rêxistin, xwendingeh û saziyên  mîna şaredariyan bona protestokirina şîdeta li dijî jinan ketine girevê.

 Xebatên  bona dijberiya li hember şîdeta li dijî jinan ji destpêka  vê heftiyê ve destpê bûn û Sêşemiyê  êdî berfirehtir bûn . Li gorî amarê ji destpêka îsal nêzîkî 24 jin li Filistîna dagirbûyî hatine kuştin.

 Vê dawiyê ji ber belavkirina hin wêneyên  azara cinsî ya jinan li erdên  dagirbûyî bi taybet li nav eskerên  jin ên artêşa vê rejîmê, hestyariyên  li erdên dagirbûyî li hember vê nakokiya civakî zêde bûne.