Mijdar 10, 2018 20:31 Asia/Tehran
  • Seyîd Hesen Nesrullah:

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: "Normalkirina peywendiyên welatên erebî tev Îsrayîl rûveta munafiqan û pîlangêran eşkera dike".

Li gor rapora IRIB Newsê, Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li gotinên xwe yên ji riya Vîdio Konferansê bona pişkdarên li rêûresma ``Roja Şehîd`` li başûra Bêyrûtê tevî mehkûmkirina her cure normalkirina peywendiyên tev Rejîma Siyonîstî ji welatên îslamî û erebî xwest ku Rejîma Siyonîstî bi fermî nas nekin.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: "Riya berxwedanê riya kifşkirina çarenivîsê bi hêz û qudret berdewam e û dê serketinên zav xelat bîne û bi bereketa xwîna şehîdan û ji ber sê aliyên zêrîne artêş, gel û berxwedanê, dijminê siyonîstî qet newêre destdirêjiya ser Lubnanê bike".

Nesrullah destnîşan kir: "Eva ku Rejîma dagîrker a Qudsê heta niha pîşiya bi sedan operasiyonên filistîniyan girtiye nîşana rûhiyeta berxwedana filistîniyan e û xelkê Gazayê bi dewama meşa xwe ya Heqê Zivirînê û bi mêrxasiyên xwe nîşan dan ku qet teslîmî Rejîma Siyonîstî nabin".