Mijdar 10, 2018 16:13 Asia/Tehran
  • Pêgiriya sekretirê giştî yê Hizbullah û wezîrê karên derve yê Lubnanê ser pêwîstiya parastina hevgirtina netewî

Sekretirê giştî yê Hizbullah û wezîrê karên derve yê Lubnanê ser pêwîstiya parastina hevgirtina netewî li vî welatî û girtina pîşiya aloziyên firqeyî û mezhebî li vî welatî pêgirî kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr Newsê, Li hevdîtina şeva bihurî ya Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê û Cubran Basîl wezîrê karên derve yê vî welatî her du aliyan li ser axir guherînên li ser pêkhatina dewleta nû ya Lubnanê bi hevra gotûbêj kirin.

Seyîd Hesen nesrullah û Cubran Basîl herwisa li ser rewşa navçê û girîngiya qahîmkirina ewlehiya Lubnanê li hemberî alûgorên navçê jî gotûbêj kirin.

Piştî pêkhatina parlemana Lubnanê Seid Herîrî ji aliyê Mîşêl Ewn serokkomarê vî welatî bûye memûrê pêkanîna dewleta nû li vî welatî.