Dewama xwenîşandana Mafê Vegerê, filistînîyek şehîd û 37 jî birîndar bûn
Mijdar 10, 2018 08:42 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşandana Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de kesek şehîd û 37 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê herwiha ragihand ku di nava birîndaran de çend jin û zarok jî hene.
Xwenîşanadana Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û hela jî didome.
Ji wê demê ve heta niha di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşanderan da zêde ji 230 filistînî şehîd bûne û nêzî 23 hezar kes jî birîndar bûne.