Mijdar 09, 2018 16:18 Asia/Tehran
  •  Telavîvê daxwaza hevkariya bi welatên ereb ên derdora kendava Farsê kir

Rejîma Siyonîstî daxwaza hevkariya bi welatên ereb ên derdora kendava Farsê re kir.

 Li gorî rapora roja nîiyê ya IRNA`yê, Yesraîl Kats wezîrê  lêzanînan ê Rejîma Siyonîstî ragihand ku Îsraîl û welatên ereb ên derdora kendava Farsê divê li warên ewlehiya hewayî û warên din ên neleşkerî yên mîna  veguhestin (tranzît û transportê), hewagerî, ticaret û tûrîsmê bi hev re  kar bikin.  Reutersê raghand: Yesraîl Kats ku posta wezareta  veguhestê jî heye, vê heftiyê li Mesqeta paytexta Umanê beşdarê civîna veguhestinê bû.

  Kats got: Sefaerên eşkere  û vê dawiyê yên wezîrên îsraîlî bo welatên  derdora kendava Farsê li çarçoveya nihêrîneke  berfirehtir bona xurtkirina peywendiyên navbera Îsraîlê û van welatana cih were. 

 Çavkaniyên siyonîstî her wiha ragahndin ku Îlî Kohên wezîrê aboriyê yê Rejîma  Siyonîstî deweteke fermî ji Behreynê bona beşdariya li civîna navneteweyî li Menamê wergirtiye.

 Normalkirina peywendiyên hin welatên  erebî ji wan Erebistan û Îmaratê bi Rejîma  Îsraîlê re li halekê cih tê ku  li gorî amarê, ev rejîma  ji sala 1967`an  heya 2017`an  zêde ji  42 hezar filistînî şehîd kirine û bi dehan hezar kes jî birîndar û aware kirine.