Mijdar 08, 2018 19:03 Asia/Tehran
  •  Hejmara şehîdên xwenîşandana  mafê vegerê gihêşt 232 kesî

Wezareta tendrustiyê ya Filistînê ragahnd:Ji destpêka xwenîşandanên mafê vegerê û têkbirina dorpêça Gazayê heya niha 232 welatiyên filistînî şehîd bûne.

 Meşa bi aşitî ya mafê vegeryanê ji 30 Adara 2018`an  bona sekinîna  ser mafê vegeryana awareyên filistînî û rakirina  dorpêça zîvala Gazayê bi beşdariya welatiyên filistînî li zîvala sînorî ya vê zîvalê bi erdên dagirbûyî re  destpê bûye û tim didome.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya navenda ragahndinê ya  Filistînê, li gorî amara wezareta tendrutiyê ya Filistînê ji destpêka  van xwenîşandanan li meha Adara buhurî heya îro  8 mijdara 2018`an , 232 filistînî şehîd bûne ku li nav wan 34 zarok, 5 jin, 3 hêzên  gîhandina alîkariyê û 2 nûçegîhan jî tên dîtin û her wiha 24 hezar kesên din jî li van xwenîşandan birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, Rejîma Siyonîstî meytê 11 şehîdên filistînî yên vê xwenîşandanê zewt kirine û ew nedane malbatên wan.

 Cinayetên hovane yên Îsraîlê bi piştgiriya giştalî ya Emerîka û  sersariya saziyên  navneteweyî bi taybet Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî û welatên dewekarê mafên mirovan û xeyaneta  hin welatên erebî bona normalkirina peywedniyan bi Rejîam  Siyonîstî re  berfirehtir bûne.