Du siyonîst li encama operasyona ciwanê filistînî birîndar bûn
Mijdar 08, 2018 18:33 Asia/Tehran
Du bajaroknişînên siyonîst li encama operasyona berxwedanê nêzîkî Ramullahê li navenda kêleka rojava çemê Urdinê birîndar bûn.
Li gorî rapora medya siyonîtsî di dewama operasyona li dijî siyonîstî berêvara çarşemiyê, nêzîkî bajarokê Beyt Îlê ku bi gulleavêtina ser trimbêla îsraîlî cih hat, çend ambolans bo cihê gulleavêtinê hatin şandin. Eskerên Rejîma Siyonîstî jî posta eskerî ya rawestanê û lêgerinê ya Beyt Îlê girêdan û îzna derbasbûnê nedan trimbêlên filistînî.
Li gor lêkolînên navenda lêkolînên filistînî û îsraîlî El-Qudsê îsal zêde ji 4 hezar operasyonên berxwedanê cih hatine ku li encama wê 11 kes hatin kuştin û zêde ji 159 kes birîndar bûne.