Mijdar 08, 2018 16:38 Asia/Tehran
  •  Avêtina mûşeka Zelzalê 1 a Yemenê ser meqerên  eskerên siûdî li Cîzanê

Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva êrişên balefirên cengê yên siûdî ser vî welatî mûşekeke Zelzalê 1 ber bi meqerên eskerên siûdî li Cîzanê avêt.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya  Fars News`ê, ev mûşeka artêşa Yemenê li meqera hêzên hevalbendiya  siûdî li rojhilata  çiyayê El-Narê li nêzîkî Cîzanê li başûrê Erebistanê ketiye.

  Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî hebûna boykotan û dorpêçkirina giştalî ya  welatê wan ji aliyê Rejîma Siûdî li halê berfirehkirina şiyanên xwe yên li warê  berevaniya  mûşekî ne û vê dawiyê jî mûşeka pêşketî ya Bedrê 1-p nimandin.

Çavkaniyeke  eskerî jî li bara  kontrola hêzên artêşê û komîteyê  gelanî yên Yemenê ser hejmarek ji girikan li rojhilata  çiyayê Elnarê li Cîzanê agahî da.

 Ji aliyê din ve, balefirên cengê yên siûdî malek li navça  Cebîlê li bajarê El-Tehtiyayê li parêzgeha  Hudeydê bombebaran kirin ku li encama wê 6 kes  ji endamên malbatekê hatin kuştin.

 Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Desdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.