Mijdar 08, 2018 14:15 Asia/Tehran
  • Efûya Navneteweyî derheq îdamkirina 12 şîeyan li Erebistanê hişyarî da

Birêvebirê Devera Rojhilata Navîn û bakura Afrîqayê yê Efûya Navneteweyî (Amnestry International) dûh derheq hitimala îdamkirina bizûtî ya 12 zîndaniyên şîe li Erebistana Siûdî, rejîma vî welatî hişyar kir.

Li gor nûçeya IRNA, Birêvebirê Devera Rojhilata Navîn û bakura Afrîqayê yê Efûya Navneteweyî Hebe Morayêv got: Ev kesana sala 2016 bi tawana sîxoriyê li Erebistanê hatin mehkemekirin û dadgehê ji wan re hikmê îdamê birî, niha muhtemel e ku şahê Erebistanê vê hikmê îmza bike û ew werin îdam kirin.

Morayêv herwiha got: Malbatên van 12 kesana ji ber ku agahiyên kêm û bi kêmasî li bara wan hene pir dilgiran û bi fukar in.

Dilgiraniya Efûya Navneteweyî derheq îdamkirina bi zûtî ya  van12 zîndaniyên şîe di rewşekê de ye ku civaka cîhanî rayedarên siûdî ji ber kuştina Rojnamevan Cemal Xaşiqcî ev welata xistiye bin zext û zorê da ku bersiveke rast li vê barê de bide.