Mijdar 08, 2018 11:01 Asia/Tehran
  • Rejîma Siûdî ji bo tunekirina dijberên xwe tîmeke 50 kesî pêk aniye

Televîziyona Brîtanyayê ya BBC duh ragihand ku rayedarên siûdî ji hevîna îsal ve ji bo tunekirina dijberên xwe tîmeke 50 kesî pêk aniye.

Li gor rapora IRNAyê,çavkaniyekî siûdî li hevpeyvîna xwe bi BBC ya erebî re  bal kişand ser vê yekê heya niha çend operasiyon di nav axa Erebistana Siûd û Ewropayê ji bo tunekirina dijberên rejîma Alê Siûd  hatne bikaranînê û li dewamê de got: Kuştina rojnamevanê nirxankarê rejîma Siûdî Cemal Xaşiqcî babeta yekim nebû ku bi destê derdorên welîehdê siûdî Muhemed bin Selman cih hat.

Xaşiqcî li 2 Cotmeha 2018 bona cihanîna hin karên xwe yên şexsî derbasî Konsolxana Erebistana Siûdî li Stenbolê bû, lê jê derneket û Rejîma Siûdî heya 18 rojan kuştina wî înkar dikir û aqibet di encama zext û zorên zav ên navneteweyî de neçar ma ku qebûl ke Xaşiqcî di Konsolxanê de di encama devûjenî û pevşûnekê de jiyana xwe ji dest da. Rejîma Siûdî navê Xaşiqcî xistibû nav lîsteya dijberan ên ku divê werin girtin.

BBCyê herwiha agahiyên nû derheq dijberekî siûdî weşandin ku salekî berî Xaşiqcî hatibû kuştin.