Şeş kuştî li bombebarana malekê li Yemenê
Balfirên cengê yên siûdî li 24 sietên buhurî bombebarana meqerên neeskerî li Yemenê domandin û cara dawiyê jî malek li ser xelkê wê hirifandin.
Li gorî rapora Fars News`ê, li encama bombebarana balefirên siûdî li bajarê Mestebayê li parêzgeha Heceyê li rojava Yemenê, 6 kes ji xelkê malekê hatin kuştin.
Li gorî nivîsa Seba Nêtê li encama bombebarana gundê Orê li vê navçê jî kesek hat kuştin û çar kesên sivîl jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Sedê jî li bakurê Yemenê jî li encama êrişa topxaneyî ya artêşa siûdî li bajarê Hîdanê sê kesên sivîl hatin kuştin û du zarok jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî li navçên sînorî yên Hîdanê û Razeh û Menbê li bara êrişên giran ên hewayî û topxaneyî agahî dan. Her wiha li encama bombebarana hewayî ya bazarê Alê Elî li bajarê Razehê, çend mal hatin kavilkirin.