Cotmeh 12, 2018 15:42 Asia/Tehran
  • Trump rawestandina firotina çekan bo Erebistana Siûdî red dike

Serokê Amerîkayê ragihand ku Washington dosyeya nediyarîkirina cihê Cemal Xaşiqcî dişopîne, lê red dike ku berteka niha ya Amerîkayê gihîştibe asta nefirotina çekan bo Erebistana Siûdî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo medyaya wî welatî da xuyakirin ku aboriya Amerîkayê ber bi başî û geşatiyê ve diçe û yek ji sedemên wê jî ji ber sîstema bergirî û çekan e.

Serokê Amerîka got, çekên welatê wî gelekî pêşketî ne û ji ber vê yekê jî hemû welat dixwazin cûreyên cuda yên çekên Amerîkayê bikirin.

Donald Trump destnîşan kir ku biryara ragirtina çekan bo Erebistana Siûdî bandorê li aboriya Amerîka dike û ji ber vê yekê jî niha ew ne amade ne, gaveke wiha bavêjin.

Cihê Cemal Xaişqci ji destpêka vê mehê ve ne diyar e ku ev yek jî piştî serdana wî ya Konsolxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê bo mebesta temamkirina karên xwe yên taybet pêk hatibû.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin, ew rojnamevan di nav Konsolxaneya Erebistana Siûdî de hatiye kuştin, lê Siûdî vê tohmetê red dike.”

Amerîka li rewşekê çek û sîlahan difiroşe Erebistana Siûdî ku ev welata bi van çek û sîlahan cinayetên mezin li dij xelkê Yemenê cih tîne û wan dikuje û binavahiyên wan wêran dike ku cinayeta Siûdî ya herî dawiyê bombebarankirina ji derya û hewayê nexweşxana bajarê Hudeydeyê ye ku di encamê de gelek kesên sivîl can dan û birîndar bûn. Ev cinayetên hevpeymaniya siûdî bi saya çek û sîlahên Amerîka û Brîtanyayê cih tên û ev welatana ji bo qazancên xwe yên aborî dev ji firotana çek û sîlahên xwe bo Erebistanê bernadin û çavên xwe li ser cinayetên vî welatî digirin.