Cotmeh 12, 2018 10:43 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya Hevalbendiya Siûdî: Bombebarankirina nexweşxaneke Yemenê

Wezareta Tendirustiyê ya Yemenê şeva çûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku papor û balafirên Hevpeymaniya Desdirêjkar a Siûdî ji nav derya û hewayê nexweşxana El-Derîhemî ya başûra El-Hudeydiye bombebaran kirin û ew bitûm hilweşandin û gelek ji nexweşên di vê nexweşxanê kuştin û birîndar kirin.

Li gor nûçeya IRNAyê, Wezareta Tendirustiyê ya Yemenê şeva çûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku papor û balafirên Hevpeymaniya Desdirêjkar a Siûdî ji nav derya û hewayê nexweşxana El-Derîhemî ya başûra  El-Hudeydiye bombebaran kirin û ew bitûm hilweşandin û gelek ji nexweşên di vê nexweşxanê kuştin û birîndar kirin, lê hîn îmkana hejmartina kuştî û birîndaran tineye, çûnkû hêzên desdirêjkar nahêlin ku ambûlans û makîneyên hewargihandinê herin wir.

Balafirên Rejîma Siûdî pêncşemê 2 Tebaxê jî nexweşxana El-Sewra ya bajarê Hudeydeyê bombebarankirin ku di encama vê cinayetê herî kêm 60 yemeniyên sivîl can dan û zêde ji 100 yemeniyên din jî birîndar bûn.

Hevpeymaniya Cinayetkar a Siûdî ji 13 Hezîranê êrişên berfire li dij bendera Hudeydeyê dane despêkirin bona dagîrkieina wê benderê ku tenê riya sereke ya gihandina alîkariyên mirovdostane bo xelkê Yemenê ye.

Rejîma Siûdî bi alîkariya çend welatên Erebî û Amerîka û Brîtanyayê êrişêbn berfire li dij xelkê Yemenê dan despêkirin ku ji ber wan heya niha zêde ji 14 hezar yemeniyên sivîl can dane û bi dehan hezar jî birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne û ji ber nebûna xwarek û dewa û dermanan jî xelkê Yemenê tûşî pirsgirêkên mezin wek birçîbûnê nexweşiyên curbicur bûne.