Ramangeha Çetim Hawsê nivîsî: Çarenivîsa Xaçoqçî tim nediyar e lê bi hetim ew wenda bûye.
Teşkîlata serdest li Erebistanê neraziyên li nav û li dreve qebûl nake.
Ji xwe azadiya ku li encama siyaseta Waşengtonê li hember Riyazê , bo vî welatî pêk aniye, bûye sedema parzêbendyê bo Erebistanê.
Şirîkên navneteweyî yên vê paşatiyê ewqas zêde zext û zorên naynin ser siyasetên navxweyî û dreveyî yên Riyazê.
Rastî jî eva ye ku bona girtina pêşiya lawazbûna prespektîva 2030`an a Erebistanê divê ev welata siyasetên xwe buguherîne û pê baweriyê bide sermayedanerên navneteweyî.
Lê ji dema bijartina Muhemen bin Selman wek welîehdê Erebistanê li Hezîrana 2017an , girtina çalakvanan, medyakaran û endamên pilebilind ên malbata Alê Siûd, bûye karekî rotîn.
Muhemed Bin Selman qayîde û qirarên lîstika berê yanî îmkana vegryana neraziyan bo welêt, efûkirin û hevkariya wan bi hikûmetê re guhert.
Îdama Nemir El-Nêmir, rûhaniyê şîe yê erebistanî, mînaka vê guherînê ye.
Ji ber siyaseta rojava li hember Riyzê û sersariya Erebistanê li hember van daxwaziyan jibo kutakirina serkutkirina neyaran, Muhemed Bin Selman hema wisa rûçiriyê dê bike
Kêmbûna pêbaweriya sermayedanerên navneteweyî, lawazkirina prespektîva 2030an , qisûriya li cihanîna daxwaziyên ciwanan, zêdebûna nrazîtiyan û dewama serkutkirina neyaran û venihrîna mahiyeta hevkariya bi Erebistanê ra ji aliyê dewletên rojavayî, dê ji dûhatên vê reftara kirêt a Muhemed Bin Selman bin.