Cotmeh 11, 2018 20:08 Asia/Tehran
  • Rapora dawiyê ya komîta piştgiriya ji mafên zarokan  a Neteweyên Yekbûyî li bara cinayeta Erebistanê

Komîta piştgiriya ji mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî li rapora xwe ya dawiyê destnîşan kir ku li encama şerê hevalbendiya siûdî li dijî Yemenê, zêde ji 1200 zarok li vî welatî hatine kuştin.

 Li gorî rapora televîzyona  Meyadînê, li rapora dawiyê ya  komîta piştgiriya ji mafên zarokan  a Neteweyên Yekbûyî ku îro pêncşemiyê hat weşandin ser pêwîstiya  rawestandina  êrişên hewayî ser navçên  ne-eskerî li Yemenê hat teqezkirin.

 Ev kom ku pêk hatiye ji 18 karzanên serbixwe li  rapora wxe bal kişand  ser soza Erebistanê derheq vê yekê ku pir hewl dide ku şaşatiyên  hevalbendiya  eskerî biserkirdetiya  Riyazê li êrişên xwe ser Yemenê sererast bike û ragahnd ku  bi vê sozê, zarokên yemenî tim tên kuştin, nivîşkan dibin  û êtîm dibin.

  Di hemne demê de  komîta mafên zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  dilgiraniya xwe li bara  nekêrhatîbûna  tîma hevpar a nirxandina  bûyerên ku  hevalbendiya  piştgirê Erebistanê li sala 2016an  bona lêkolîna  li bara  êrişên neqanûnî û navend û cihên hizûra zarokan pêk aniye,

  komîta piştgiriya ji mafên zarokan  a Neteweyên Yekbûyî li rapora xwe aniye:  Raporên  vê komît li bara cinayetên cengê yên  Yemenê nebûye sedema  peydakirin  an cizakirina  sebebkarên wê.

 Li gorî vê raporê, li 43 mehan  şerê li dijî Yemenê ev welata  rastî qeyrana  herî kirêt a însanî li dehekên  vê dawiyê li cîhanê hatiye.