Birîndarbûna du siyonîstan li başûrê Nablusê
Medya Rejîma Siyonîstî li bara opersyona berxwedanê ya ciwanekî filistînî li başûrê Nablosê û birîndarbûna du siyonîstan li vê operasyonê agahî dan.
Li gorî rapora Fars news`ê, û ji zarê Ajansa siyonîstî ya Meayê ciwanekî filistînî roja pêncşemiyê bi çekên sar, du eskerên siyonîst li îsta lêgeriyê ya Hewarê li başûrê Nablosê birîndar kirin.
Eskerên Rejîma Siyonîstî jî ber bi vî ciwanê filistînî gulle avêtine û ew birîndar kirine.
Li gorî vê raporê, sebebkarê operasyona berxwedanê kariye ku bireve û eskerên siyonîst heya niha nekarîne wî bigrin.
Kanala heft ya Rejîma Siyonîstî raghand ku halê yek ji birîndaran xirab e.
Eskerên Rejîma Siyonîstî du îstên lêgeriyê yên Heware û Zeterayê li başûrê Nablosê li kêleka rojava ya çemê Urdinê girtin û eskerên xwe li vê navçê bi cih kirine.
Operasyona berxwedanê ya ciwanê filistînî tenê çend rojan piştî operasyona Berkanê nêzîkî bajarokê siyonîstî yê Arbîlê cih hatiye ku li encama wê du siyonîst hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.