Hereketa tîma terorê ya siûdî ji balefirgehê heya konsûlxaneyê bo kuştina Xaşuqçî
Li Fîlma kamêrayekê ku medyan weşandine, hin wêne hene ku tîma 15 kesî ya siûdî ji dema peyabûna ji balefirê heya çûyîna nava avahiya konûslgeriya hikûmeta siûdî li Stembolê bo qaşo kuştina Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexnegirê Alê Siûd nîşan dide.
Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Alê Siûd ji 9 rojan berî niha ve piştî çûyîna nava konsûlegriya Erebistanê li Tirkiyê wenda bû û piraniya çavkaniyên nûçan diyar kirine ku ew bi destê kirêgirtiyên Rejîma Alê Siûd ve hatiye kuştin.
Li gorî rapora Al-Alamê, roja çarşemiyê hi wêne ji 15 welatiyên erebistanî hat weşandin ku sietekê beriya çûyîna Cemal Xaşuqçî nava konsûlgeriya Erebistanê li Stembolê çûne vê avahiyê û sê sietan piştî çûyîna Cemal Xaşuqçî jê derketine.
Çalakvanên medyan bi hilkolandina howiyet û nasnama van 15 kesana pê hesiyane ku piraniya wan kesên nêzîk bi Rejîma Alê Siûd û Muhemed Bin Selman welîehdê siûdî ne.
Yek ji van kesana Muhemed Sed El-Zehranî ye ku ji badîgardên nêzîkî Bin Selman e û pêştir li wêneyekê tev Bin Selman hatiye dîtin û wer tê xûyanê ku ji endamên garda seltenetiyê ye.
Di hemen demê de, taxima alimên Erebistanê rewandin û kuştina rojnamevan û nivîskarê erebistanî cinayeteke hovane û li dijî nirxên ol û mezheban û qanûnên cîhanî daye zanîn.
Taxima alimên Erebistanê ji alim, rûhanî û nivîskaran xwest ku bila piştgiriyê bidine kesên ku li hember dîktatoriya serdemê peyva heqê tînin zimên.