Cotmeh 10, 2018 20:14 Asia/Tehran
  • Du balafirên sîxuriyê yên Hevalbendiya Siûdî li Cîzanê hatin jordaxistin

Sîstima berevaniya hewayî ya artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, du balafirên sîxuriyê yên Hevalbendiya destdirêjker a Siûdî li Cîzana li başûra Erebistanê jorda xistin.

Malpera Mêrat El Cezîre nivîsî: Çavkaniyeka leşkerî li navenda sîstima berevaniya hewayî ya Yemenê, îro Çarşemiyê ragihand, du balafirên sîxuriyê yên hêzên êrişker, li navça Cebel El Şebekê li Cîzanê hatine jordaxistin.

Di eynî demê de yekîneya topxaneyî ya artêşa Yemenê, navendên kombûna endamên Siûdî li rojhilata El Dûdê li Qetai a Cîzanê dan ber bombeyan.

Herwiha di encama êrişên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser bargehên leşkerî yên êrişkerên Siûdî li Necran û Esîrê de, hejmarek endamên artêşa Siûdî û hêzên hevalbendiyê hatin kuştinê.

Ji aliyê din ve di encama êrişên destdirêjkerên Siûdî ser navça Berkanê li bajaroka sînorî ya Razihê li parêzgeha Seidê welatiyekî yemenî hate kuştin.

Di encama şerxweziyên Erebistanê û hevgirtiyên wê li Yemenê de heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.