Cotmeh 10, 2018 18:37 Asia/Tehran
  • Hejmareka din a filistîniyan li Perrava Rojava ya Çemê Urdinê hatin girtin

Leşkerên Rejîma Siyonîst, îro çarşemiyê bi êrişa ser navçeyên curbicur ên Perrava Rojava ya Çemê Urdinê û pevçûna bi filistîniyan re, 21 kesan girtin.

Leşkerên Siyonîst hemî rojê bi mihaneyên curbicur êriş dibine ser malên filistîniyan li Perava Rojava ya Çemê Urdin û Qudsê. Amarên fermî yên Filistînê nîşan didin herîkêm şeş hezar û 500 filistînî di zîndanên Îsraîlê da ne.

Li gorî raporeka din zêde ji sed bajaroknişînên Siyonîst roja sêşemiyê li bin sîvana piştgîriya zav a leşkerên Siyonîst, ji aliyê Bab El Muxaribeyê ve derbasî Mizgevta El Eqsayê bûn û rêûrismên Telmûdî li vê mizgevtê li dar xistin.

Mescêd Ul Eqsa bûye qada leşker û bajaroknişînên Siyonîst ji bo jinabirina pênaseya îslamî û qaçparêz a Beyt Ul Muqedesê û dewsgirkirina wê bi sembolên Siyonîsmê.

Berî niha Rêxistina Zanist, çand û perwerdehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (UNESCO), Cotmeha 2017`an ragihand: Mizgevta El Eqsayê ya misilmanan e û tu peywendiya wê bi Cihûyan re tuneye.