Cotmeh 10, 2018 16:42 Asia/Tehran
  •  Balefira bê pîlot a yemenî meqera eskerên Erebistanê da ber êrişan

Yekîna balefirên bê pîlot a artêşa Yemenê bi balefira Qasif -1 ê meqer û cihê kombûna fermandeyên hevalbendiya siûdî li kampa Enberê li El-Mexayê li rojava Yemneê dan ber êrişan.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke eskerî ya yemenî îro çarşemiyê li gotûbêja bi kanala nûçan a El-Mesîrê got: "Ev operasyona  li bersiva cinayetên Rejîma  Alê Siûdî li dijî gelê Yemenê cih hat û li vê operasyonê balefira  Qasif -1  durust  cihê kombûna  destdirêjkir û kirêgirtiyên siûdî li kampa  Enberê  da ber êrişan ku li encama wê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin".

  Di heman demê de artêş û komîteyên gelanî yên Yemneê meqerên  kirêgirtiyên siûdî li El-Waziyê li Teizê li başûrê rojava  Yemenê dan ber êrişan ku li vê operasyonê kirêgirtiyên siûdî gelek xisarên canî û baorî dîtin.

 Hêzên yemenî her wiha  meqerên  kirêgirtiyan li hin navçên  El-Cewfê li bakurê Yemenê dan ber êrişan ku li encama wê hejmarek  ji wan kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.