Wezareta karên derve ya Filistînê: Cinyetên siyonîstan weke cinayeta cengê ye
Wezareta karên derve ya Filistînê, şehadeta zarokên filistînî bi destê eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê, wek cinayeta cengê bi nav kir.
Wezareta Karên derve ya Filistînê, bal kişand ser şehadeta Şadî Ebdulal, nûgîhaya 12 salî ya filistînî li xwenîşandana mafê vegerînê ya îna buhurî û raghand ku fîlma weşandî ya ji dema şehadeta vî ciwanê nûgîhêştî yê filistînî nîşan dide ku kiryara Îsraîlê cinayeteke cengê bûye. Nabe civaka cîhanî ji bo şermezarkirina vê kiryarê sistiyê bike û divê helwesteke vebirr û micid bona rawestana li ber cinayetên Îsraîlê were ber çav girtin.
Wezareta Karên derve ya Filistînê û Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê berpirsê rasterast û sereke yên van cinayetan dan zanîn û destnîşan kir ku dê cinayetên Îsraîlê ji dîwana navneteweyî ya cizakirinê re reghîne.
Xwenîşandana mafê vegerînê ji 30 Adara 2018`an bona sekinîna ser mafê vegeryana awareyên filistînî û têkbirina dorpêça zîvala Gazayê bi beşdariya welatiyên filistînî li zîvala sînorî ya vê navçê û erdên dagirbûyî destpê bû û tim didome. Heya niha zêde ji 180 filsitînî li xwenîşandana mafê vegerînê bi derba gulleyên eskerên Rejîma Siyonîstî şehîd bûn ku ji vê hejmarê 28 kes zarok û nûgîhan in.