Şehîdbûna du filsitîniyan li zîvala Gazayê û kêleka rojava çemê Urdinê
Eskerên Rejîma Siyonîstî îro yekşemê ber bi ciwanekî filistînî li derdora bajarokê Gûş Etsiyonê nêzîkî Beyt Lehmê gulle avêtin û ew şehîd kirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên siyonîstî raghandin ku kli operasyona li dijî siyonîstî ev ciwanê filistînî li kêleka rojava ya çemê Urdinê, du siyonîst birîndar bûn.
Wezareta tendrustiyê ya Filistînê jî ragihand ku nûciwanekî 16 salî yê filistînî ku li xwenîşandana mafê vegerînê li Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê bi derba gulla eskerên siyonîst birîndar bibû, îro ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Bi şehadeta vî ciwan nûgîhêştî yê filistînî, hejmara ciwanên nûgîhêştî û zarokên filistînî ku xwenşandana mafê vegerînê şehîd bûn û gihêşt 28 kesan.
Xwenîşandana mafê vegerînê ji 30 Adara 2018`an bona sekinîna ser mafê vegerîna awareyên filistînî û têkbirina dorpêça zîvala Gazayê bi beşdariya welatiyên filistînî li zîvala sînorî ya navbera vê navçê û erdên dagirbûyî destpê bû û hertim didome.
Li gorî raghandina Wezareta tendrustiyê ya Filistînê, heya niha zêde ji 180 filsitînî li xwenîşandana mafê vegeryanê bi derba gulleyên eskerên Rejîma Siyonîstî şehîd bûn û zêde ji 19 hezar kes jî birîndar bûne.