Îlon 16, 2018 16:21 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 2 filsitîniyan li Zîvala Gazayê û Kêleka Rojavaya çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî îro yekşemiyê ber bi ciwanekî filistînî li derdora bajarokê Gûş Etsiyonê nêzîkî Beyt Lehmê gulle avêtin û ew şehîd kirin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên  siyonîstî raghandin ku kli operasyona li dijî siyonîstî ev ciwanê filistînî li kêleka  rojava ya çemê Urdinê, du siyonîst birîndar bûn.

  Wezareta tendrustiyê ya Filistînê jî ragahnd ku nûciwanekî 16 salî yê filistînî ku li xwenîşandana  mafê vegeryanê li Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê bi derba gulla eskerên siyonîst birîndar bibû, îro ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Bi şehadeta vî nûgîhayê filistînî, hejmara nûgîha û zarokên filistînî ku xwenşandana  mafê vegeryanê şehîd bûn û gihêşt 28 kesî.

Xwenîşandana  mafê vegeryanê ji 30 Adara 2018`an bona  sekinîna  ser mafê vegeryana  awareyên filistînî û  têkbirina dorpêça zîvala Gazayê bi beşdariya  welatiyên filistînî li zîvala  sînorî ya navbear vê navçê û erdên dagirbûyî destpê bû û tim didome.

 Li gorî raghandina Wezareta tendrustiyê ya  Filistînê, heya niha zêde ji 180 filsitînî li xwenîşandana  mafê vegeryanê bi derba gulleyên  eskerên Rejîma Siyonîstî şehîd bûn û zêde ji 19 hezar kes jî birîndar bûne.