Tebax 12, 2018 17:43 Asia/Tehran
  • Waşîngton alîkarîya darayîyê ya bo Teşkîlata Xwebirêvebir a Filistînê radiwestîne

Kovareke amerîkî aşkira kir ku Qesra Sipî di dewama sîyasetên xwe yên bi armanca piştgirîya ji Rêjîma Sîyonîst de, 200 milyon dolar alîkarîya ji bo Teşkîlata Xwebirêvebir a Filistînê radiwestîne.

Kovara amerîkî ya Foreign Policy li raporekê aşkira kir ku Qesra Sipî dil heye 200 milyon dolar alîkarîya ji bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê rawestîne ku eva bi wateya qutbûna pişka sereke ya alîkarîyên bo Gezzê nemaze tevî dijwarbûna qeyranên insanî li vê zîvalê ye.

Dewleta Amerîkayê bilî alîkarîya rasterast bo filistînîyan, alîkarî dida dabînkirina bûca Ajansa Hawargiheştin û Peydakirina Xebatê ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) lê dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê zêde ji nîvê wan alîkarîyana birrî.

Kovara amerîkî ya Foreign Policy li rapora xwe herwiha aşkira dike ku Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê û Jared Kushner zava û rawêjkarê Donald Trump hefteya buhurî biryara kêmkirina laîkarîya darayîyê ya ji bo filistînîyan dane.