Tebax 10, 2018 19:56 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Hemasê li ser dewama xwenîşandana mafê vegeriyanê

Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) destnîşan kir: Gelê Filsitînê xwenîşandana mezin a mafê Vegeriyanê heta serêxwegirtina hemî armancan û işkandina dorpêça Zîvala Xezeyê didomînin.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, Hazim Qasim, Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) îro Îniyê li konfransa çapemeniyê got: Rûniştiyên Xezeyê îro careka din dê berê xwe bidin sînoran û bi beşdariya li xwenîşandanê, dê dijmin vexwînin têkoşînê.

Berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) destnîşan kir: gelê Filsitînê xwedana morala têkoşînê ya gellek bilind e û berxwedana xwe bi hemî şêwazan ji bo azadî û serxwebûnê didomîne.

Desteya neteweyî ya lidarxistina xwenîşandana mezin a mafê vegeriyanê û şikandina dorpêçê bi dayîna bangewaziyekê gelê Filsitînê ji bo beşdariya berfireh li xwenîşandana roja Îniyê li navçeyên sînorî yên Zîvala Xezeyê vexwendiye. Xwenîşandana Mafê Vegeriyanê dê bi navê Îniya ``Azadî û Jiyanê`` were lidarxistin.

Ev xwenîşabndan li Zîvala Xezeyê ji 30ê Adara bihurî va dest pê bûye û heta niha zêde ji 150 filsitînî şehîd bûne û derdora 18 hezar kes jî birîndar bûne.