Tîrmeh 14, 2018 13:08 Asia/Tehran
  • Dijberiya Rûsiyê li hember daxwaza siyonîstan li bara  Sûriyê

Medya siyonîstî nivîsî , Rûsiye li hember daxwaza Rejîma Siyoîstî ji bo tiştê ku dûrkirina hêzên îranî û Hizbullaha Lubnanê ji 80 Kîlomitriya sînorê Filistîna dagirbûyî tev Sûriyê da zanîn, dijberî kiriye.

 Li gorî rapora îniyê şevê ya IRNA`yê, rojnama  siyonîstî ya Yedîot Aharanortê nivîsî: Teşkîlata  eskerî ya Rejîma  Siyonîstî ji Rûsiyê xwestiye ku bila ev kiryara  carê weke  kiryareke demkî cih were ku ev daxwaza rastî dijberiya rûsan hatiye.

Ev rojnama  îsraîlî her wiha bal kişand ser serketina  hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê li başûrê vî welatî û dinvîse ku hêzên Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li pêşeroja nêzîk bi awayekî tam û tekûz dê kontrola bilindahiyên  Golanê bi dest bixin.

  Di hemen demê de , Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyopnîst vê heftiyê sefera Rûsiyê kir. Ji destpêka îsal, eva sêhem sefera Nêtanyahû bo Rûsiyê bû.

  Serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja Pêncşemiyê li hevdîtina tev Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê li bara rêketina navokî, mesela  Sûriyê, rewşa Rojhilata Navîn û mijara  Filistînê gotûbêj kir.

 Serketina artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê li başûrê vî welatî û işkesta terorîstan li vê navçê, serokwezîrê Rejîma  Siyonîstî hêrs kiriye.