Şehadeta filistîniyekî û birîndarbûna bi dehan kesan li 16`mîn îniya xwenîşandana mafê vegerê
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li zîvala Gazayê raghand: Li 16`mîn îniya xwenîşandana mafê vegerê, nûgîhayekî filistînî şehîd bû û 68 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Fars News`ê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li zîvala Gazayê her wiha got: Usman Ramî Heles, nûgîhayê 15 salî yê filistînî li encama gulleavêtina eskerên Rejîma Siyonîstî li rojhilata zîvala Gazayê şehîd bûye.
Şanzdehimîn îniya xwenîşandana mafê vegerê bona hevgirtina bi xelkê gundê Xan Ehmerê ku di ber destdirêjî cinayetên Rejîma Siyonîstî de ne, îniyê, emegdariya xwe bo El-Xan El -Ehmerê hatiye binavkirin.
Siyonîstan li heftiyên buhurî dixwestin ku bi xopana gundê Xan Ehmerê li Kêleka Rojava ya Çemê Urdinê, bajarokên siyonîstî li vê navçeyê berfireh bikin.
Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30 Adarê ve bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê û erdên dagirbûyî destpê bûye û tim didome.
Filistîniyn bi beşdariya berfireh li xwenîşandanên mafê vegerê nêzîkî sînorên zîvala Gazayê hewl didin ku ser mafê vegerê ya awareyên filsitînî bo erdên dagirbûyî û pêwîstiya îbtalkirina zîvala Gaazyê teqez bikin.
Niha li xwenîşandana mafê vegerê ,145 filistînî ji aliyê eskerên Rejîma Siyonîstî hatine şehîdkirin û nêzîkî 16 hezar kesên din jî birîndar bûne ku halê deh kes ji wan xirab e.