Tîrmeh 13, 2018 19:46 Asia/Tehran
  • Vegera awareyên sûrî ji Libnanê zêde bûye

Wezîrê karên hundur ê Sûriyê, ragihand: Hejmara penaberên sûrî ku ji Libnanê vegeryane welatê xwe, di van du mehên buhurî de anegorî sala par sedî 30 zêde bûye.

Li gorî rapora belavoka El Wetenê ya Sûriyê, Mihemed El Şûar, roja pêncşemiyê got: Pêvajoya ber bi zêdebûnê ya vegera awareyên sûrî ji Libnanê ve, ji ber pêkhatina aştî û aramiyê li welêt û herwiha aramiya xelkê piştî serketinên artêşa Sûriyê ye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê, destpêka Tîrmeha îsal tevî ku ji hemî awareyên sûrî xwest ku vegerin welatê xwe, saziyên anvneteweyî jî han dan ku  berpirsyariya xwe li hember hêsankariyên ji bo vegera awareyên sûrî cih bîne.

Libnan niha mazûvana zêde ji mîlyonek û nîv awareyên sûrî ye ku xwestekên ku vegera awareyan bo welatê xwe ji ber baştirbûna rewşa ewlehiya Sûriyê, zêde bûye.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan pişta wan digirtin ji bo guhertina rewşa navçê li ser xêra Rejîma Siyonîst destpê bûye.