Tîrmeh 11, 2018 13:41 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîstî gemiya dudyan a Azadiyê jî rawestand

Hêzên deryayî yên Rejîma Siyonîstî duh sêşemê jî gemiya dudyan a azadiyê rawestand û lêniştiyên vê gemiyê jî girtin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Navenda Ragihandina Filistînê ragihand ku Avîxayî Edreyî berdevkê artêşa Rejîma Siyonîstî ji rawestandina gemiya azadiyê ya 2 xeber da û got: ``Piştî girtin û lêgerîna nav vê gemiyê, ev gemiya bo navendeka artêşa Îsrayîlê li bendera Eşdûd li nav axa Filistîna Dagîrbûyî tê şandin``.

Eva gemiya dudyan a ser navê Azadiyê bû ku ji beravên Zîvala Xezeyê ber bi welatên din ên cîhanê va diçû û di nav vê gemiyê da 11 kes pêkhatî ji nexweş û xwendekaran hebûne.

Konseya bilind a meşa Zivirînê ragihand ku hedefa vê sefera deryayî bibîrxistina dorpêça Zîvala Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî li 12 salên bihurî û retkirina îdiaya vê rêjîmê ser paşdakişyana ji vê navçê ye ta ku civata cîhanî bi vê derewa Rejîma Siyonîstî bihese.

Ewil gemiya Azadiyê ji Zîvala Xezeyê ber bi Qibrisê va bi rê ket ku Rejîma Siyonîstî pîşiya vê gemiyê jî li  29ê Gulana 2018an girt.