Hezîran 14, 2018 16:52 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Filistînê pêşewaziya biryarnama NYê ya piştgiriya ji Filistînê kir

Wezîrê karên derve yê Filistînê ji pejirandina biryarnama Rêxistina Neteweyên Yekbûyî(NY) ya piştgiriya ji Filistînê pêşewazî kir.

 Li gorî rapora Mehr Newsê, Riyaz El-Malikî, wezîrê karên derve yê Filistînê îro pêncşemê raghand ku pejirandina biryarnama Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bona piştgiriya ji Filistînê derbeyeke dijî Emerîkayê bû.

 Wezîrê karên derve yê Filistînê raghand ku filistîniyan du serketin bi dest xistin, ya yekim eva bû ku reformên pêşniyarkirî yên Emerîkayê bê encam kirin û ya dudiyan jî bi piraniya dengan, biryarnama piştgiriya ji Filistînê hat pejirandin û eva yanî cîhan li kêleka gelê Filistînê ye.

Civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî çarşemê şevê reşnivîsa biryarnama welatên erebî bona piştgiriya navneteweyî ji gelê Filistînê pejirand. Ev biryarnama  bi piraniya dengan anku 120 dengên Erê, 8 dengên na û 45 dengên bêlayen hat pejirandin.

 Di hemen demê de, civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî biryarnama pêşniyarkirî ya Emerîkayê ku komên berxwedana Filsitînê ji ber avêtina mûşekan ber bi erdên dagirbûyî şermezar dikir, nepejirand. 

Endamên civata giştî ya NYê reşnivîsa pêşniyarkirî ya  Emerîkayê bi 62 dengên Erê, 48 dengên Na û 42 dengên bêlayen red kirin û vê reşnivîsê piraniya dengan  bi dest nexist.