Hezîran 14, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Firokeyên şêr yên Erebistanê carek din xelkê Yemenê bi bombeyên qedexe kirine hedef

Firokeyên şêr yên Erebistanê serê sibeya îro pêncşemê carek din xelkê parêzgeha Seideyê li bakûra Yemenê bi bombeyên qedexe yên xoşeyî kirine hedef.

Li gor rapora telivîzyona El-Mesîre`yê,Firokeyên şêr yên Erebistanê serê sibeya îro pêncşemê carek din navça Xezwan li derûdora bajarê Ketaf li parêzgeha Seideyê li bakûra Yemenê bi bombeyên qedexe yên xoşeyî kire hedefa êrişên xwe.

Li van salên bihurî Erebistanê bicaran bi çek û sîlahên qedexe êrişî ser xelkê Yemenê kiriye.

Erebistanê li van salana ji bêdengiya welatên cîhanê istifade kiriye û ji çekên qedexe yên wekî bombeyên xûşeyî û fosforî dijî xelkê Yemenê behre girtiye.

Ji ber êrişên hewayî yên Erebistanê ser axa Yemenê ji salek û 6 mehan berî niha va bi dehan şûnewarên dîrokî li nav axa Yemenê kavil bûne, ku mînaka herî eşkera, kavilbûna şûnewarên dîrokî yên bajarê Senayê ye ku ev bajara ji bajarên kevn ên cîhanê tê hisab.

Erebistanê bi alîkariya hinek ji welatên navçê û cîhanê yên wek Amerîkayê bona ku Mensûr Hadî serokkomarê istêfakirî yê Yemenê carek din bizivirînin ser karê xwe, ji 26 Adara 2015`ê va êrişên xwe yên ser axa Yemenê destpê kirin.