Wezîrê karên derve yê Tirkiyê cinayetên Rejîma siyonîstî şermezar kir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li destpêka civîna wezîrên karên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê, cinayteên Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan şermezar kir.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Mewlûd Çawûşoglu roja îniyê li merasima destpêbûna civîna wezîrên karên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê li Tirkiyê got: Rejîma Siyonîstî û eskerên vê rejmê divê bersiva cinayetên xwe li dijî filistîniyan bidin.
Çawûşoglu wek berteka li hember kiryara Emerîkayê li guhestina balyozxana xwe ji Telavîvê bo Beytulmuqedesê got: Beytulmuqedes ya gelê Filistînê ye.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Divê nehêlin welatên din riya Emerîkayê bişopînin da ku ev welat nikaribin balyozxaneyên xwe li Qudsê ava bikin.
Wî her wiha got: Daxûyaniya civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî dê eva be ku ev rêxistina nahêle rewşa Qudsê biguhere.
Civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî biryar e îro piştî nîvro li Stembolê were lidarxistin.