Amedtiya Ensarulla Yemenê ji bo guhertina hêsîran tev Erebistanê
Serokê Konseya Bilind a inqilabaYemenê li bara amadetiya ji bo guhartina hîsran bi Erebistanê re agahî da.
Li gorî rapora kanala El-Meyadînê ya lubnanê, Muhemed Elî Hûsî,serokê Konseya bilind a inqilaba Yemenê li tewîtera xwe nivîsî: Her wek ku li plana însiyatîvê me raghand em amadeyî veguhartina hemî hêsîran bi Erebistanê an bi awayê rasterast an ji riya xaça sor in.
Serokê Konseya Bilind a Inqilaba Yemenê got: Li hevdîtinên berê tev rayedarên xaça sor jî me li vê barê gotûbj kiriye.
Pêştir jî komîta neteweyî ya karûbarên hêsîrên Yemenê 30 Çillê ragahnd: Li Operasyona veguhartina hêsîran navbera artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tev kirêgirtiyên ser bi Erebistanê, 165 kes ji hêsîrên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê hatin azadkirin.
Li gorî raghandina komîta neteweyî ya hêsîran a Yemenê, operasyona veguahrtina hêsîran, bi navcîtiya kesayetiyên navxweyî yên Yemenê li parêzgeha Şebweyê li rojhilata Yemenê cih hatiye.
- Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.