May 18, 2018 10:58 Asia/Tehran
  • Amerîka carek din Hizbullaha Lubnanê boykot kir

Wezareta xizînedariya Amerîka pêncşemê şev parek din ji şexsiyet û kesên peywendîdar bi Hizbullaha Lubnanê re boykot kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta xizînedariya Amerîka pêncşemê şev Seyîd Ebdullah Sefiyedîn nûnerê Hizbullaha Lubnanê li Îranê û Muhemed Îbrahîm Bezî ji berpirsên vê bereya berxwedana Lubnanê dijî Rejîma Siyonîstî boykot kirin.

Wezareta xizînedariya Amerîka li vê rapora xwe pênc navend û teşkîlatên ser bi hizbullaha Lubnanê jî xistin nav lîsteya boykotên xwe.

Wezareta xizînedariya Amerîka roja çarşemê jî parek ji endamên derecebilind ên Hizbullaha Lubnanê ji wan sekreterê giştî yê vê bereyê û cîgirên wî boykot kirin.

Wezareta xizînedariya Amerîka bi îdiayek derew û pêkenok Seyîd Hesen Nesrullah sekreter, Şêx Neyîm Qasim, alîgîrê Seyîd Hesen Nesrullah, Husên El-Xlîl mişêwirê siyasî yê sekreterê giştî, Îbrahîm Emîn El-Seyêd serokê konseya siyasî û Muhemed Yezbek serokê konseya dadweriya Hizbullaha Lubnanê bi peywendiya tev ``Terorîzma Cîhanî tawanbar kirin û ew xistine nav lîsteya boykotên xwe.

Ev boykotên nû yên Amerîka piştî serketina bereya berxwedana Lubnanê li hilbijartina parlemanî ya vî welatî hatine berçavgirtin.

Hilbijartina parlemanî ya Lubnanê yekşemê 6 Gulanê bi rê ket..

Li vê hilbijartinê 583 berbijar li çarçîveya 77 lîsteyan xwe kandîd kiribûn ku bereya berxwedanê 67 korsî ji 128 korsiyan aniye dest.